Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
K24 – Duhok
Parêzgarê Duhokê behsa rêkarên dawî yên rûbirûbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) kir û ragihand: “Hatûçûna navbera parêzgeha Duhokê û parêzgehên din tê asayîkirin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê.”
Elî Teter, Parêzgarê Duhokê di civîneke çapemeniyê de diyar kir; her ku diçe vîrûsa koronayê li ser asteke berfirehtir belav dibe, lê rewş dirêj bû û ji ber ku ev rewş bandorê li ser jiyana welatiyan û dikandaran dike, me biryar da em hêsankariyê bikin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkar û rênimayên tendirustiyê.
Parêzgarê Duhokê destnîşan kir: “Em naxwazin di sepandina rêkaran de bargiranî bixin ser milê welatiyan, em tenê vê yekê dixwazin ku dema diçin ser kar lepik û maskan bi kar bînin û pabendî cîbicîkirina rêkar û rênimayên tendirustiyê û xweparêziyê bibin.”
Elî Teter herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku xwe ji cihên qerebalix dûr bixin û heta ji destê wan tê, hatûçûnê kêm bikin.
Î.A