Li Helebceyê avahiyên şaredarî, qaymeqamî û polîsê trafîkê hatin şewitandin

Li bajarê Helebceyê teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Rêveberiya Şaredariya Helebceyê, avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Hatûçûnê hat şewitandin.

K24 – Helebce

Li bajarê Helebceyê teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Rêveberiya Şaredariya Helebceyê, avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Hatûçûnê hat şewitandin.

Evîn Eta, Nûçegihana Kurdistan24ê li Helebceyê ragihand: “Şeva din (22ê Tebaxa 2020an) çend kesan li nav bazara Helebeceyê dest bi xwepêşandanê kirin û destpêkê avahiya Şaredariya Helebceyê şewitandin, hemû belge û dokumêntên welatiyan ên li şaredariyê şewitîn.”

Herwiha zirar gihiştiye avahiya Qeymeqamiya Helebceyê û Binkeya Polîsê Trafîkê ya Helebceyê, bi awayekî ku Binkeya Trafîkê ya Helebceyê bi temamî hatiye şewitandin.

Xwepêşanderên ku ji bazarê ber bi deriyê bajêr bi rê ketibûn, li ber baregeha Liqa 12 ya PDKê tekel şewitandine û kevir avêtine baregehê û gulle berdane avahiyê, ku dewsa 10 gulleyan li ser avahiyê xuya ne.

Herwiha ji ber ku kevir avêtine baregeha Liqa 12 ya PDKê, pêşmergeyek birîndar bûye.

Xwepêşanderên şeva din ên li Helebceyê li gelek taxan tekel şewitandine û bi keviran pîs kirine. Niha karmendên şaredariyê bi paqijkirina bajêr ve û karmendên Rêveberiya Trafîkê ya Helebceyê jî bi paqijkirina binkeya şewitandî ve mijûl in.

 

Î.A