Li Şaredariya Helebceyê dosyeyên 30 salan hatin şewitandin

Şeva din li Helebceyê çend xwepêşanderan êrîş kirin ser Şaredariya Helebceyê û agir berdan avahiyê, di encamê de jî belge û dokumêntên 30 salan ên welatî û fermanberên Helebceyê şewitîn.

K24 – Helebce

Şeva din li Helebceyê çend xwepêşanderan êrîş kirin ser Şaredariya Helebceyê û agir berdan avahiyê, di encamê de jî belge û dokumêntên 30 salan ên welatî û fermanberên Helebceyê şewitîn.

Kiwêstan Ekrem, Serokê Şaredariya Helebceyê li ber avahiya şewitandî ji Kurdistan24ê re axivî û got: “Mixabin. Birastî bi vî şêweyî daxwaza maf nayê kirin ku êrîş bikin ser saziyên hikûmetê. Em jî ligel wê yekê ne ku welatiyên me daxwaza mafên xwe bikin, lê bi awayekî rast, ne bi vî awayî.”

Li ser zirarên ku gihiştiye şaredariyê, Kiwêstan Ekrem diyar kir: “Zirar gihiştiye hemû avahiyê, ji aliyê dosye û dokumêntan ve jî, beşa gencîne û depoya şaredariyê û belgeyên welatî û fermanberan ên 30 salan hemû şewitîne.”

Serokê Şaredariya Helebceyê tekez dike: “Bêguman destekî têkder û alozker ev kar kir.”

Şeva din 22ê Tebaxa 2020an li Helebceyê ji aliyê beşek xwepêşanderan ve teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Rêveberiya Şaredariya Helebceyê û avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Trafîkê hatin şewitandin.

Î.A