Pêleka Yekem

Kurd24

Bi rastî jî bi nêrîneke şaş u şaşwaz; bi nêrîneke kêm u netêr tu pirs çareser nabin! Ev yek. A diduyan; gava sedema pirsê mirov bi xwe be, serê pêşî divê mirov vegere xwe u li xwe binêre. Di neynika pirsê de wecih u sûreta xwe bibîne. Xwe bi navenda pirsê bipîve u ji bo pirsê çi rol dikeve an ketîye para wî, pê bihese. Heta vê yekê neke, li ser çareserkirina pirsekî heyî,  gotin u qiseyên wî, wê tev pûç, vala u bêbingeh bimînin. Çend hefte berê serokê partîya CHP, qala çareserkirina pirsa Kurd dikir. Li gor wî, nêzî 40 sale ku pirsa Kurd tê niqaş kirin u di nava 40 salî de pirsek çewa çareser nabe? Otorîteya sîyasîye ku pirsê nikare çareser bike! U ew, wekî serokê partîya CHPê soz dide, vê pirsê di çarçoveya serxwebûna Tirkîyê u di standardên demokratîk de çareser bike! u hwd. Gotinên wî di vî mînvalê de domîn. Sed heyf u teessuf! Ev gotinan divê em çewa bigrin destan, binirxînin? Ji kêderê gotinan em pê bigrin mixabin ewên dest me da bimînin! Aniha lazim e ku em, bi guhên van gotinan bigrin u wan nav pelên dîrokê de demekî bigerînin. Bi pîvana dîrokê bipîvin, da ku dîrok, rast u çewtîya wan raxe ber çavan. 

Pirsa Kurd u Kurdistanê, ne nêzî 40 sale ku tê niqaş kirin. Dûrdîroka pirsê têr digihêje zemanê Şeyx Ehmedê Xanî, sedsala hevdemîn. Gava em vedigerin, li sedsala hevdemîn çav digerînin, Peymana Qesra Şîrîn rê li pêşîya me digre. Em dibînin, ev peyman wekî xençerek xwînjehr li enîya Kurdistanê dikeve; Kurdistan ji hortê diqelişe, dibe du perçe. Hîna di wê demê de Kurd ji desthilatdarên wê demê muzdarîb dibin.  Şêyxê gorbiheşt, loma li ser vê birînê qewlên xwe dibêje, rêz dike, têr digihîne me. Nezdîroka pirsê jî em karin bêjin, ji Şeyx Ubedullahê Nehrî dest pê dike. Şeyx Ubeydullahe Nehrîye ku serhildana wî dîsa ji ber vê pirsê bû. Wî bi hestên netewî u niştimanî serê xwe li dagirkeran re netewand, ji bo pirsa gellê xwe bi dil u dînbawerî berxwedana xwe bilind kir. Sed rehmet li gora wî bin. 

Bi vî awahî, li bakur,  pirs ji kaşê dîrokê serbijêr gêr bû, gêr bû, her bi gêrekî du car bû girêk, çû bi dîwarê Cimhûriyetê ve wekî gurmistekî sekinî. Cimhûriyet tişteki wer qewimand, êdî bi tenê bû sedem u sebeba herî mezin ji bo pirsê. Cimhurîyetê derbarê pirsê de li Bakûrê Kurdistanê îmtihaneke baş neda, mixabin. Hetta ji bo pirsê, bû darika nav tirafê. Bi qisa kurt em birehetî karin bêjin ku, Cimhûrîyetê li Kurdan pirr tehde u zilm kir. Vê rastîyê tu mirovekî xwedîwijdan nikare înkar bike. Wekî serê rêzê, Şeyx Seîd u hevalên wî yên ezîz, bi destê vê zîhnîyetê hatin qetilkirin. Dîsa bûyer u qetlîamên newala Zîlanê, Dêrsîm, Agirî u hwd. li deverên din bi du hev qewimîn. Kurd, bi dijminantî li hinek cîhan rastê komkujîyê, li hinek deveran jî rastê komkoçîyê hatin. Bi navê Şark Islahat Planı (1925) u Mecbûrî Iskan Kanunu (1934) qefle bi qefle eşîr u gundîyên Kurd koçê rojavayê Tirkîyê bûn. Serok u pêşengên Kurd, ya sirgun kirin yan jî dan ber gullan. Kurd, ji hêla aborîyê ve pirr ketin tengasîyê, pirr eziyet kişandin. Wekî polîtîkaya dewletê jî herêma Kurdistanê ji her hêlan hat paşte hiştin. Hezar plan u planokên bişaftinê li serê Kurdan hat pêçandin. Ziman jixwe tu carî neket mekteban, hîna ji kuçe u kolanan heya nav hundirên malan ji binîva hat derbendkirin. Têr nekir, mentalîteya dagirkerîyê, li ser Kurd u dîroka wan propagandayên wer qewimandin, organîze kirin, heft pihîn li şeytên xistin. Hîna di pirtûkên mekteban de, pirtûkên dîrokê de Kurd wekî asî, wekî şaqî têne terîfkirin. Em vê rêzê karin dûr u dirêj bikin. Dirok têr tije lê şahid e. Gelo evqas zilm, eziyet,  zordarî, heqxwarî çewa têne jibîrkirin? 

Baş pê tê zanîn ku seraktorê Cimhûriyetê CHP u mentalîteya wê bi xwe bû. CHPya îroyîn jî, di bernameya xwe ya partîyê de pişta xwe bi eşkere dide wê mentalîteyê, xwe nîspetê wê dike. Li ber CHP, ji bo pirsa Kurd, destpêkê de, berê qalkirina çareserîyê, bi dîroka xwe re rûberî hev hatin heye. Ev rûberî hev hatin wê ji bo hewldana çareserîyê bibe ast u pêleka yekemîn. Bi vî avahî ewê, dilxwaziya xwe jî peyt u îspat bike. Bi ditîna min, ev pêlek, wê bibe kilît u mifteha çareserîyê jî.   Li hêla din gava ruberê hev nê u li xwe nikur nê, gotinên wê yên derbarê vê mijarê, ji qîl u qal wêdetir ewê nerin. Wê ne bi kêrî tiştekî bên u ne jî ji bo Kurdan bên me’ne u wateyekî. 

Derencam, xûyaye ku mentalîta Dewletê çewa şaş u kêm nêzi meselê u pirsê tê, partîya bingehîn a Dewletê jî sed sal şûnda bi wî şaşî u kêmîyê nêzî mijarê tê. Mijarê bi wê nêrînê digre dest, wer li ser diaxive. Êdî wexta veguhêrtina vê nêrînê nehat? Dirok, cîhan, fehm, raman, mirovahî, zanîst, huner, çand, sîyaset, dewr u hwd. vediguhêrin. Her çiqa li gor vê veguhêrînê CHP jî di hinek tişt u mijaran de xwe veguhertibe jî, welê di pirsa Kurd de bişkovka sereke, ast u pêleka destpêkê tu car, bi tu avahî nayine bîra xwe. Hetta bi serê ziman jî aniha neqaîle bi lêv bike. Divê bi wêrekî di vî warî de jî mêjîyê xwe veguhêrîne, li xwe rûberê hev bê ku gotinên li ser vê mijarê cih xwe bigrin u li ber dilê Kurdmirov meqbûl bin.