Îran ji bo danûstandinên ligel Amerîkayê amade ye, lê bi merc

Serokomarê Îranê ragihand; eger îdareya Amerîkayê vegere ser rêkeftina ku niha heye, Îran amade ye dest bi danûstandinên li ser rêkeftina nû ya ligel Amerîkayê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê ragihand; eger îdareya Amerîkayê vegere ser rêkeftina ku niha heye, Îran amade ye dest bi danûstandinên li ser rêkeftina nû ya ligel Amerîkayê bike.

Hesen Rûhanî, Serokomarê Îranê di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Siyaseta Amerîkayê ya zextkirina li Îranê bi ser neket û %100 têk çû, mebesta wan ew bû ku Îranê bi lawazî vekişînin ser maseya gotûbêjan.”

Rûhanî destnîşan kir: “Waşintonê dixwest bi rêya bihêzkirina dolar û lawazkirina riyala Îranî, me neçarî danûstandinan bike, lê fêm kir ku ev kar bi ser nakeve. Amerîkayê xwest qeyranekê li Îranê çêbike û xelkê Îranê li ser cadeyan xwepêşandan bikin, lê siyaseta wî, têkçûneke mezin bi xwe re anî.”

Serokomarê Îranê herwiha got: “Eger Trump bixwaze bi me re rêkeftinê bike, divê vegere ser rêkeftina me ya berê, bi ti awayî îmzekirina rêkeftinan bi rêya zextê pêk nayê.”

Serokê Amerîkayê di Hezîrana 2018an de vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî ragihand, ku ew rêkeftin di sala 2015an de ligel Îranê hatibû îmzekirin û Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanya di rêkeftinê de beşdar bûn.

 

Î.A