KERKÛK - Rakan Cibûrî hewl dide meqameke din a ewlehiyê ji Kurdan werbigre

Rakan Cibûrî, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dixwaze meqama Rêveberiya Polîsê Hawarçûnê yê Kerkûkê ku para Kurdan e, ji efserekî Kurd werbigre û bide efserekî Ereb.

K24 – Kerkûk

Rakan Cibûrî, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dixwaze meqama Rêveberiya Polîsê Hawarçûnê yê Kerkûkê ku para Kurdan e, ji efserekî Kurd werbigre û bide efserekî Ereb.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Rakan Cibûrî, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê bêyî ku ligel Fermandariya Polîsê Kerkûkê bişêwire, nivîsek arasteyî Wezîrê Navxwe yê Iraqê kiriye, da ku efserê Kurd ji meqama wî dûr bixe û efserekî Ereb deyne şûna wî. Tevî ku ew meqam, para Kurdan e.

Herwiha li gor zanyariyên ku di destê Kurdistan24ê de ne, Rakan Cibûrî, Emîd Qehtan Mihemed ji bo wergirtina meqama Rêveberiya Hawarçûnê ya Kerkûkê kiriye namzet, ku niha Eqîd Mazin Xerîb bi wekalet karûbarên wê meqamê bi rê ve dibe.

 

Î.A