Li Îranê 117 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 117 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 117 kesên din bi vîrûsa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 190 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 117 kesan jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 367 hezar û 796 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 21 hezar û 137 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 316 hezar û 638 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar û 800 kesî xirap e.

 

S. B