Amerîka hewl dide Iraqê ji kirîna elektrîka Îranê dûr bixe

Li gor rojnameya Izvestiya ya Rûsyayê, Washington ji bo rêkxistina peywendiyên karkirinê ligel Erebistana Siûdî û mutahîdên Amerîkî, hevkariya Bexdayê dike, da ku Iraqê ji Îranê dûr bix

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor rojnameya Izvestiya ya Rûsyayê, Washington ji bo rêkxistina peywendiyên karkirinê ligel Erebistana Siûdî û mutahîdên Amerîkî, hevkariya Bexdayê dike, da ku Iraqê ji Îranê dûr bixe.

Di gotara rojnameya Izvestiya de hatiye gotin ku Amerîka û Iraq tevî nakokiyên wan ên di hin mijaran de, danûstandinên xwe didomînin, yek ji wan mijarên sereke jî, hevkariya warê enerjiyê ye. Hefteya borî Wezareta Petrolê ya Iraqê çend peyman bi buhayê 8 milyar dolaran ligel kompaniyên Amerîkayê îmze kirin.

Wisa xuya dike, encamên danûstandinan ji bo Trump sûdbexş bin û kar li ser encamên gera duyem a serokatiyê di 3yê Mijdara dahatû de bike bi encamdana rêkeftina nû ya aborî. Ev karekî girîng e piştî wê dahêzaneya aboriya Amerîkayê ku di xwe de dîtiye di encama daketina nirxê petrolê û vîrûsa koronayê de. Di heman demê de jî îdareya Amerîkayê mijareke derve ya girîng çareser dike û zextlêkirina Îranê didomîne.

Iraq ji bilî ku şiyanên xwe yên berhemanîna elektrîkê nû dike, niha bi wê yekê ve mijûl e ku xwe bi torên xwe yên elektîkê yên ligel sîstema enerjiya Erebistana Siûdî ve girê bide, piştî navbera sê salan û neguncana ligel hev. Kompaniya The Market Herald a Awustralî, piştevaniya vê plana Amerîkayê dike û navê "lihevhatina enerjiyê" lê kiriye, da ku Bexda pişta xwe bi gaz û elektrîka Îranê ve girê nede.

Lê belê heta niha projeyên gihandina elektrîkê tenê plan in û rêkeftina wergirtina elektrîkê ji Îranê, ku ji aliyê hikûmeta Mistefa Kazimî ve hatiye îmzekirin, heta du sal û nîv pereyên wê hatine dayîn, tê texmînkirin ku peyman bi buhayê 800 milyon dolar be. Weke Elî Elawî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê jî dibêje; Iraq nikare berî sala bê, dest ji elektrîka Îranê berde.

Neavêtina pêngavê ya Mistefa Kazimî li ser vê mijarê, bi wê yek tê ravekirin ku ji ber hinek rehendên siyasî ye. Çimkî peywendiyeke bihêz a Îranê ligel Şîe û hinek aliyan heye û Bexda xwe bi pêwîstiya sedemeke din a encamdana xwepêşandanan nabîne.

 

Î.A