Merkel: Heta dermanekî pêbawer neyê dîtin jiyan dê asayî nebe

Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê ragihand; heta dermanekî pêbawer bo vîrûsa koronayê (Covid-19) neyê dîtin jiyan dê asayî nebe

K24 – Navenda Nûçeyan

Angela Merkel, Şêwirmenda Almanyayê ragihand; heta dermanekî pêbawer bo vîrûsa koronayê (Covid-19) neyê dîtin jiyan dê asayî nebe.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Angela Merkel diyar kiriye ku her çi qas ji ber rêkarên rûbirûbûna vîrûsa koronayê ji bo aboriya welatê xwe gelek pere xerc kirine û Almanya nikare deynên wan xerciyan heta sala 2058an bide jî, tiştên ku ji bo vê rewşê kirine pêwîst bû, da ku temamê aboriya Almanyayê têk neçe.

Angela Merkel eşkere kiriye; hikûmeta Almanyayê bi giyanekî yekbûyî yê civakî ligel vîrûsa koronayê tevdigere û ji welatiyên xwe re dibêje ku ti car metirsiyên vê vîrûsê paşguh nekin.

Merkel dibêje: “Korona şewbeke metirsîdar e, ji wê ku hin dizanin jî metirsîdar e, divê hûn bi baldarî pê re tevbigerin.”

Şêwirmenda Almanyayê eşkere kir; niha Yekîtiya Ewropayê hewl dide peymanên zêdetir ligel berhemhênerên dermanan îmze bike, da ku vaksîneke baş li dijî koronayê bi dest bixin.

 

Î.A