Li nêzîkî Qesra Îshaq Paşa agir bi cihekî ket

Li nêzîkî Qesra Îsheq Paşa ya li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber balona miradê bi cihekî ket û 5 hezar balya giyayên hişk şewitîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nêzîkî Qesra Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîd a Agiriyê ji ber balona miradê bi cihekî ket û 5 hezar balya giyayên hişk şewitîn.

Li gor zanyariyan, li nêzîkî Qesra Îshaq Paşa baloneke miradê hatiye firandin û ew balon li ber mala welatiyê bi navê Yemlîhan Tan ketiye xwarê û agir bi giyayên hişk ên li ber malê ketiye.

Agirê ku ji balona miradê derketiye, di demeke kin de ser temamê giyayên hişk girtiye û şewateke mezin derketiye holê.

Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên agirkuj û hêzên ewlehiyê gihiştine cihê rûdanê.

Tîmên agirkuj bi hewldana 2 saetan karîne şewatê bitemirînin. Di rûdanê de 5 hezar balya giyayên hişk û beşek ji axurê li kêleka malê şewitîn.

Hat ragihandin; kesê ku balona miradê firandiye îfade daye hêzên ewlehiyê û li ser rûdanê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Î.A