Tendirustiya Duhokê ji welatiyên başbûyî plazmaya xwînê dixwaze

Ji ber zêdebûna vîrûsa koronayê û bilindbûna rêjeya pêketinê, rewşa tendirustiya Duhokê ber bi xerabûnê ve diçe.

K24 – Duhok

Ji ber zêdebûna vîrûsa koronayê (Covid-19) û bilindbûna rêjeya pêketinê, rewşa tendirustiya Duhokê ber bi xerabûnê ve diçe. Rêverberiya Tendirustiyê ya Duhokê ji nexweşên başbûyî daxwaz dike ku ji bo kontrolkirina rewşê, plazmaya xwînê bibexşînin.

Hemze Mihemed Elî, Berdevkê Tendirustiya Duhokê li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand; vîrûsa koronayê karesateke mezin e û loma divê xelk pabendî rêkarên xweparêziyê bibin.

Derbarê rewşa tendirustiyê ya Duhokê de jî eşkere kir; rewş li sînorê parêzgeha Duhokê gihiştiye asteke metirsîdar, her ku diçe rêjeya pêketinê zêde dibe, heta niha hejmara pêketiyên Duhokê ji 4 hezar û 100 kesî derbas kiriye, loma ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayan bibin, da ku rewş were kontrolkirin.

Li ser daxwaza bexşandina plazmaya xwînê jî Berdevkê Tendirustiya Duhokê diyar kir; kesên dixwazin plazma bibexşînin, divê 28 roj di ser başbûna wan re derbas bûbe.

Hemze Mihemed Elî herwiha eşkere kir; "her çi qas xelk bersiveke erênî didin daxwaza bexşandina plazmaya xwînê, lê  dîsa di asta pêwîst de nîne. Heta niha hezar û 445 kes li Duhokê bi temamî baş bûne, diviyabû herî kêm 400 – 500 kes ji bo bexşandina plazmaya xwînê serdana me bikirana".

Berdevkê Tendirustiya Duhokê ji welatiyên başbûyî daxwaz dike ku serdana bankayên xwînê bikin û plazmaya xwînê ji bo pêketiyên din ên vîrûsa koronayê bibexşînin û jiyana kesên din ji mirinê rizgar bikin, çimkî plazmaya xwînê bi rêjeya %30 mirinên ji ber koronayê kêm dike.

Î.A