PSK: Heya ku Kurd Azad Nebe, Aramî û Aşitî Li Heremê Cigîr Nabe

Bi boneya 1ê İlonê Roja Aşitiya Cîhanê ve, carekî dinê banga PKK dikin, ku dev jê xebata çekdarî berde, ku bilî zirar, çi sudê bo doza Kurd nîn e.

 

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi egera Roja Cîhanî ya Aştiyê, Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

PSK: Heya ku Kurd Azad Nebe, Aramî û Aşitî Li Heremê Cigîr Nabe

Tirkiyê bi lez û bez ji sistema “serokatî bi şîveyê Tirk”, ber bi dîktatoriya taqekesî a Erdogan ve diçe. Zilm, zordarî û tedaya İttîfaqa Cumhur li ser hêzên demokrat roj bi roj pirtir û girantir dibe.

Hikumet, bersiva her daxwaza demokratîk, bi tundûtijiyê ve dide. Bi henceta Pandemî, pêşiya  xebata partiyên opozîsyon û rêxistinên sîvîl digre.

Li ba hikumatê her cure rexne wekî dijminatiya dewlet û îxanet e û bi dezgeyên fermî û medyayê ve bîrî şovenîzma Tirk di nava gel da belav dike.

Mîlîtarîze kirina Kurdistan û operasyonên leşkerî berdewam in.

Deshilata siyasî, li hundurê, siyaseta dij demokratîk û faşîst bi rêva dibe, li derve jî siyaseta êrîşkar û dagîrker.

Li ba hikumeta Tirkiyê, deskevtên Kurda xeter in li ser asayişa netewî û yekperçeyiya wî welatî.

Êrîşa dagirkerî ya dewleta Tirk li Kurdistana Başur û Rojava roj bi roj zêdetir dibe.

Hikumeta Erdogan xewna vejandina İmparatoriya Osmanî dibine û bona vê yêkê wekî li Lîbyayê rûda, di pîsgirêkên navxweyî yên dewletên navçeyê da dibe terefek.

Dewleta Tirk di Deryaye Sipî da jî siyaseta dagirkeriyê bi rêva dibe û gefa dewletên Grek, Misir, Fransa û Yêkitiya Ewropa dixwe, ku dijî siyaseta hanê ne.

Pandemî bûye sedema zêdetîr bûna bêkarî, hêjarî, gendelî û qedexe kirinê, ku berê Pandemî jî hebûn.

Hikumeta Erdogan, her usa bi vê siyasetê xwe ve dixwaze bala gel ji pirsgirêkên navxweyî  bo ser pirsgirekên derweyî bikşîne, ji ber ku qeyrana aborî girantir bûye û feqîr û hêjar û zahmetkêşan bi dengekî bilind nerazîbûna xwe nişan didin. Bona vê armancê jî dijminahiya Grek, Ermenî û Cuhî yên qedim zîndî dike.

Bê guman rêka hanê ne ya çarêseriyê ye,  binbest e. Bi rêka tundûtijiyê, têda û zilm û gefxwarinê ve pirsgirekan ne tenê nayêne çareser kirinê, her usa kurtir dibin.

Aşitî û giftugo çareserî ye!

Merce serekî ya cigîr bûna aramî û aşitî li navçeyê, çareser kirina pirsa Kurd e.

Bi boneya 1ê İlonê Roja Aşitiya Cîhanê ve, carekî dinê banga PKK dikin, ku dev jê xebata çekdarî berde, ku bilî zirar, çu sudê bo doza Kurd nîne.

Bang li hêzên demokrat, şoreşger û aşitîxwaz dikin, dengê xwe dijî siyaseta tundutijiyê dewletê, dijî dagir kirina Kurdistana Rojava û Başurê bilind bikin.

Daxwaz ji Koma Miletan, Yêkitiya Ewropa û dezgeyên aşitixwaz û mirovdost yên navnetewî dikin, ku bona derxistina ertêşa Tirk û nokerên wan ji Kurdistana Rojava û Başurê hewl bide, kar bike.

Şer Kavilbûn e, Qir Kirin e!

Serketiyên Şer Nîne!

Aşitî di berjewendiya herkesî da ye!

Roj Roja Bona Aşitiyê Destê Hevdu Girtin e!

01 İlon 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan