Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civînekê pêk tînin
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê dê îro înê li Enqerê be û ligel Serokomarê Tirkiyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê civînekê pêk bîne.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê dê ligel Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê çend mijarên herêmî û peywendiyên Hewlêr û Enqereyê gotûbêj bikin.
Nêçîrvan Barzanî îro di destpêkê de ligel Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê û çend rayedarên din ên Enqerê hevdîtinek pêk anî.
Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Enqereyê piştî wê yekê hat, ku roja çarşemê 2yê Îlona 2020an serdana Bexdayê kir û ligel Berhem Salih, Serokomarê Iraqê û Mihemed Helbûsî, Serokê Parlementoya Iraqê û Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê civiya û piştre hevdîtinek ligel Emmanuel Macron, Serokê Fransayê encam da.