Li Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd kirin!

Karkerên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn bajarê Sakaryayê, rastî êrîşa xwediyê kar û gundiyan hatin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Karkerên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn bajarê Sakaryayê, rastî êrîşa xwediyê kar û gundiyan hatin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 16 karker ji bo findiqan berhev bikin çûbûn Sakaryayê. Xwediyê kar û gundiyan êrîşî karkerên Kurd kirine. Karker piştî êrîşa li dijî wan pêk hat ji bo vegerin Mêrdînê derketine rê.

Di dema êrîşê de dîmen hatine kişandin û di dîmenan de jî xuya dike ku xwediyê kar û gundî êrîşî karkeran dikin û di dîmenan de dengê hawaran heye.

Bariş Demir ku li dijî wî êriş pêk hatiye, diyar kiriye ku beriya bûyerê di navbera wan û xwedî kar de ti pirsgirêk tine bûye û gotiye: “Serê sibê ji bo kar em çûn baxçe. Xwediyê kar hat got 'keriyê kûçikan' xeber ji bo me got. Li ser vê yekê em ji baxçe derketin.”

Demir destnîşan kiriye ku xwediyê kar ji ber ku karker ji baxçe derketine gef li wan xwariye û gotiye “Qey hûn dibêjin ev der welatê we ye. Ev der welatê me ye”. Bariş Demir dibêje: “Li ser vê gefê êrîşî me kirin. 8 kesan êrişî me 3 kesan kir û bi dar û beran li me dan.”

Hat ragihandin ku piştî êrîşê karker ji bo vegerin Mêrdînê derketine rê.