Parlementoya Kurdistanê rewşa zindaniyan gotûbêj dike
K24 – Hewlêr
Parlementoya Kurdistanê li ser rewşa zindaniyan bi beşdariya wezîrên navxwe û dad û karûbarên civakî dicive.
Li ser vê mijarê, Romeo Hekarî, Serokê Lijneya Mafên Mirovan a Parlementoya Kurdistanê diyar kir ku raportek li ser rewşa zindaniyan amade kirine û dane Serokatiya Parlementoya Kurdistanê.
Civîna parlementoyê dê di naverasta vê mehê de were pêkanîn, li gor raporta Lijneya Mafên Mirovan, li girtîgehan çend kêşe hene, yek ji wan ew e ku li piraniya holên girtîgehan hejmara zindaniyan zêde ye.
Encama civîna parlementoyê dê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin, da ku were cîbicîkirin, bi taybetî ji bo kêmkirina hejmara zindaniyan li holên girtîgehan û biryardana mohleta demdirêj a zindaniyan û kêmkirina metirsiyên belavbûna metirsiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) li girtîgehên Herêma Kurdistanê.
Î.A