WHO bi merc piştgiriya dermanê li dijî koronayê dike

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; ew heta ku ji bandor û silametiya dermanekî bawer nebin, piştgirî nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand; ew heta ku ji bandor û silametiya dermanekî bawer nebin, piştgirî nakin.

Tedros Adhanom, Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir: “Eger derman amade be, divê destpêkê bi stafa bijîşkan, kesên bi temen û ewên ku gelek pêwîstiya wan heye were dayîn û di dabeşkirina wî de dadperwerî hebe.”

Adhanom destnîşan kir: “Em hemû li benda nûçeyeke dilxweşker a li ser vaksîna Covid-19ê ne.”

Tedros Adhanom herwiha da zanîn: “Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) eger bi bandor û bi silamet nebe, piştgiriya ti dermanekî nake. Lê belê dema vaksîneke bi bandor û bi silamet amade bibe, divê em jî bi kar bînin. Em dixwazin her kes li her dera cîhanê bikarin bi dest bixin. Lê eger di qonaxa yekem de derman hindik be, divê ewilî em bidin stafên tendirustiyê û kesên ku rewşa wan di metirsiyê de ye, di nav wan de jî kesên bi temen. Ango karê me yê ewil ew e ku hinek kes li hemû welatan werbigrin, ne ku hemû kesên li hinek welatan.”

Î.A