Li Îran û rojhilatê Kurdistanê deriyên dibistanan hatin vekirin

Îro li Îran û rojhilatê Kurdistanê sala nû ya perwerdehiyê dest pê kir. Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê biryar daye ku dersên xwendekaran li polên dibistanan werin kirin.

K24 – Hewlêr

Îro li Îran û rojhilatê Kurdistanê sala nû ya perwerdehiyê dest pê kir. Wezareta Perwerdehiyê ya Îranê biryar daye ku dersên xwendekaran li polên dibistanan werin kirin.

Ji ber ku hê jî vîrûsa koronayê (Covid-19) li Îran û rojhilatê Kurdistanê berbelav e, destpêkirina perwerdehiyê bi vê şêwazê, dudiliyek li cem welatiyên Îran û rojhilatê Kurdistanê çêkiriye.

Biryara vekirina deriyên dibistanan, ji aliyê Muhsîn Hacî Mîrzayî, Wezîrê Perwerdehiyê ve hat dayîn û bi vî awayî nêzîkî 15 milyon xwendekar dest bi sala nû ya perwerdehiyê kirin.

Ebas Axazade, Serokê Civaka Giştî ya Encûmena Sîstema Bijîşkî ya Îranê dibêje: “Vekirina dibistanan dê bibe sedema karesatan.” Beşeke mezin a welatiyên rojhilatê Kurdistanê jî di heman nêrînê de ne.

Sala nû ya perwerdehiyê di demekê de dest pê dike ku nêzîkî 22 hezar pêketiyên vîrûsa koronayê li Îran û rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara pêketiyan jî ji 380 hezar kesî derbas kiriye. Vekirina deriyên dibistanan û hatina demsala payîzê jî wisa kir ku rayedarên Îranê ji niha ve hişyariya destpêkirina pêleke din a koronayê bidin.

Î.A