Li Îran 139 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 139 kesên din bi Korona canê xwe ji dest dan û zêdetirî hezar û 900 kes jî pê ketine.
Berdevka Wezareta tenduristiya Îranê Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de hezar û 992 kes li Îran bi vîrûsa Korona ketin e.Herweha 139 kesan canê xwe jidest dane.
Bi vê amarê, hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 22 hezar û 293 kesan û hejmara tûşbûyan jî, 386 hezar derbas kiriye.