Derhênerê Kurd xelata fîlma herî baş a Holandayê wergirt

Fîlma "Sidîq û Piling" a derhênerê Kurd Rêber Doskî xelata fîlma herî baş a Holandayê bi dest xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fîlma "Sidîq û Piling" a derhênerê Kurd Rêber Doskî xelata fîlma herî baş a Holandayê bi dest xist.

Naveroka fîlmê, behsa wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê di salên şêstî de di nav şerekî nerewa de ye û bi awayekî berdewam gelê Kurd di cîhiştina mal û milkên xwe û wêrankarî û revê de jiyane, her dem nexşeya vî welatî guheriye.

Sidîq karakterê sereke yê fîlmê ye û navê wî Mihemed Sidîq Barzanî ye. Ji bilî ku piraniya dîmenên arşîvî yên di nav fîlmê de bi kameraya Mihemed Sidîq hatine kişandin, di berhemanîna fîlmê de jî alîkariya kameraman kiriye.

Piraniya dîmenên fîlmê, di nav baxên Herêma Kurdistanê de hatine kişandin û dîmenên balkêş ên sirûşta Kurdistanê, bûne havêna fîlma Rêber Doskî, bi rêya Sidîq dîroka Kurdistanê nîşan dide.

Rêber Doskî kî ye?

Di sala 1975an de li Duhokê jidayîk bûye.

Piştî ku di sala 1975an de bapîrê Rêber şehîd dibe, bav û birayên wî yên din, dibin Pêşmerge.

Rêber di rêza şoreşê de mezin bûye û malbata wî di sala 1992an de vegeriyaye Duhokê.

Di sala 1997an de weke penaber çûne Holandayê û di sala 2013an de li Amsterdamê akademiya fîlman temam kiriye.

Di sala 2016an de yekem xelata xwe li ser fîlma dokumenterî ya bi navê Radyoya Kobanî di Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Dokumenterî ya Amsterdamê (IDFA) de wergirtiye.

Xelata xwe ya herî dawî jî di sala 2019an de li heman festîvalê li ser vê fîlma "Sidîq û Piling" wergirtibû.