Kompaniyeke Almanî dermanê xwe yê li dijî koronayê ragihand

Li Almanyayê, Prof. Dr. Ugur Şahin, Serokê Kompaniya Biontech ragihand; bi hevkariya Kompaniya Pfîzer a Amerîkî, dermanê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) çêkirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Almanyayê, Prof. Dr. Ugur Şahin, Serokê Kompaniya Biontech ragihand; bi hevkariya Kompaniya Pfîzer a Amerîkî, dermanê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) çêkirine.

Prof. Dr. Ugur Şahin ji kanala CNNê re ragihand: “Bi hevkariya navbera dermansazên Amerîka û Almanyayê bi rêya kompaniyên Biontech û Pfizer, vaksîna li dijî vîrûsa koronayê hat çêkirin û di navîna meha bê de dê amade bibe ji bo wergirtina rizamendiya rêxistinan.”

Şahin eşkere kir ku taybetmendiyeke nuwaze ya vê vaksînê heye û got: “Ez di wê baweriyê de me ku ev derman nêzîkî nuwazebûnê ye.”

Prof. Dr. Ugur Şahin dibêje: “Tevî têgihiştina mekanîzmaya xebatê, ligel encamên silametiya ceribandinan ku heta niha jî berdewam in, vê vaksînê baweriyeke mezin daye me… Belê, em bawer in ku me berhemeke bi silamet û cihê baweriyê bi dest xist û em di wê baweriyê de ne ku em dikarin vê vaksînê nîşanî cîhanê bidin.”

Berî niha kompaniyên Biotech û Pfizer ragihandibûn; plana wan ji bo desteberkirina 100 milyon derziyên cûreya BNT162 heta dawiya vê salê heye û heta sala 2021ê jî, bo 300 milyon derzî zêde bikin.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha çend welatên weke Rûsya, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Çîn hewldanên xwe ji bo dîtina dermanê li dijî vîrûsa koronayê didomînin. Di nav wan de Rûsya, welatê ewil e ku vaksîneke bi navê Sputnik V ragihandiye.

Piştî bikaranîna dermanê Rûsyayê, kovara bijîşkî ya The Lancet encamên lêkolînan belav kir û ragihand ku vaksîna Sputnik V kariye di her du qonaxên yekem û duyem ên ceribadinê re derbas bibe.

 

Î.A