Îsal Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê nîne

Ji ber petaya Koronayê, biryar hate dan ku îsal 2020, Heştemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê nayê gêran.

Nivîs: Idrîs Hiso

Ji ber petaya Koronayê, biryar hate dan ku îsal 2020, Heştemîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê nayê lidarxistin.

Vêja Îsal Kurdistan û bitaybet Duhok xemgîn e.

Sala par di roja 09.09an de ku dikeve bîranîna koça dawiyê ya dehênerê sînemayê yê Kurd Yelmaz Guney, festîvala Duhokê dest pê kir.

Festîvala Sînema ya Duhokê di vê rojê de destpê dike wek nîşana berdewamiya karê pîroz ê Yelmaz Guney. Yelmaz Guney ê ku karîbû bi zimanê sînema dengê hejar û bindestên li Tirkiye û Kurdistanê bighîne cîhanê. Yelmaz Guney bi rêka sînema dikarîbû êş û azarên Kurdan bighîne raya giştî ya cîhanê û Tirkiyê bi qasî hemû tevger û aliyên siyasî heger ne bêhtir. Lewma bi berdewam rêjîma Tirkiyê ew binçav dikir, lê Yelmaz ji zindanên wan jî bihêztir bû. Dîwarên zindanên Tirkiyê jî xwe li ber wî negirtin û karîbû bigihê azadiya xwe.

Destpêkirina festîvala Duhokê di roja bîranîna koça dawî ya Yelmaz Guney de, nameyeke ji hemû stemkaran re ku Rê, Hêvî û Hejar ên Yelmaz dê berdewam bin.

Sala par wek îro nûnerên bêhtir ji 70 welatî li Duhok û Kurdistanê mêhvan bûn, fîlmên xwe anîbûn û hatibû welatê hêviyê û welatê rêya Yelmaz Guney. Sala par wek îro Kurdistan bi fîlmên Kurdî û cîhanî û bi mêvanên xwe ji hunermend, derhêner, nivîskar û rewşenbîran xemilî bû.

Sala par Kurdistan bi hemû ciwaniya xwe, û li gel hunerhez û hevalên xwe li Duhokê xemilî bû.

Mixabin, îro Duhok û holên sînema li Duhokê bê deng in. mêhvanên Yelmaz Guney îsal ji serdana welatê wî bêpar mane. Duhok gazî mêhvanên xwe dike û dibêje werin li ber qontera çiyayê Zawa govenda xwe bigerînin, li şikefta Çar Stûnî şerbeta ciwaniya karê xwe vexwin û li Gelî kêfa xwe bikin.

Lê îsal deng ji kesî nayê, holên sînemayê bêdeng û tevger in û Duhok ji qerebalixa hunermend û ciwanîhezan îsal bêpar e.

Lê ticarî dê Duhok ji pêşwaziya mêhvanên xwe bêzar nebe,û di salên bê de dê festîval û çalakiyên hunerî li Duhokê bi şêweyekî firehtir û ciwantir û di bin siya alaya Kurdistanê de werin lidarxistin.

09.09.2020 Gewîlan.