Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê dike
K24: Hewlêr – Serokwezîrê Iraqê sibe serdana Hewlêrê dike û pêvajoya mijarên giring ên navbera Hewlêr û Bexdayê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.
Serdana Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bo Hewlêrê di demekê de ye ku pêvajoya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam e.
Herwiha mijarên nakok ên aliyên siyasî li ser yasaya hilbijartinan.
Serdana Serokwezîrê Iraqê piştî wê yekê tê ku Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya aştiyane kiriye.
Ev yekem car e ku Mistefa Kazimî piştî bûye Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê dike.