Li Çemçemalê termên du xwişkan hatin dîtin

Termên wan her du xwişkên ku ji aliyê bavê xwe hatibûn kuştin, hatin dîtin.

K24: Çemçemal – Termên wan her du xwişkên ku ji aliyê bavê xwe hatibûn kuştin, hatin dîtin.

Çavkaniyeke nêzîkî xizmên wan her du keçan ragihand; termên her du xwişkan li goristaneke kevn a nêzîkî gundê Birayîm Axa yê li devera Şiwan hat dîtin.

Herwiha diyar kir: “Termên wan bi hev re di nav gorekê de bûn û bi betaniyekê hatibûn lefandin, navbera wan bi hinek xelî hatibû cudakirin.”

Berî niha, Mihemed Ebdî, Rêveberê Polîsê Çemçemalê ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku ji aliyê çend kesan ve hatiye agahdarkirin ku li nahiya Şoriş a ser bi Çemçemalê, "bavekî du keçikên xwe kuştine û reviyaye".

Rêveberê Polîsê Çemçemalê diyar kiribû ku wan dest bi lêkolînê kirine û gotibû: “Temên wan her du keçan 17 û 20 salî ne û berê jî dosyeya wan li Tundûtîjiya Çemçemalê hebû û bavê wan reviyaye û nehatiye desteserkirin.”