Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rêjeya koronayê

Duşemê 2 hezar û 152 kesan, Sêşemê 2 hezar û 302 kesan, Çarşemê 2 hezar û 313 kesan û Pêncşemê 2 hezar û 163 kesan...

K24 - Navenda Nûçeyan: Wezareta Tendiristiyê ya Îranê derheqê rêjeya koronayê de daxûyaniyek da. Li gor wezaretê; "di 24 demjimêrên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 115 kesan" canê xwe ji dest dane. Her wiha ji destpêkê heya îro "22 hezar û 913 kesan" ji ber koronayê canê xwe ji dest dane.

Berdevka Wezareta Tendiristiyê ya Îranê Sîma Sedad Larî ragihand ku; "Li Îranê bi giştî 397 hezar û 801 kes bi koronayê ketine. 22 hezar û 798 kesan canê xw ji dest dane." 

Li gor daxûyaniya fermî "342 hezar û 539 kes" jî sax bûne.

Her wiha Roja Duşemê 2 hezar û 152 kesan, Sêşemê 2 hezar û 302 kesan, Çarşemê 2 hezar û 313 kesan û Pêncşemê 2 hezar û 163 kesan canê xwe ji dest dane.