Çima sînemaya kurdî ji aliyê kurdan ve nayê dîtin?

Sînema xwedî roleke mezin e di avakirina mirov û nirxên wî yên civakî, rewiştî, mirovî û perwerdeyî de.

Nivîs: Idrîs Hiso

Behmend Qubadî, Şewket Emîn Korkî, Hîşam Zeman, Perî Ibrahîm, Helkurd Mistefa, Karzan Qadir, Mano Xelîl, Huner Selîm, Sahîm Omer Xelîfa, Hesen Elî Mehmûd, Kamîran Bêtasî û gelek navên din.

Ma ev nav di nav civata Kurdî û Kurdistanî bigiştî heta kîjan redeyê têne naskirin, xort û keçên Kurdistanê heta çi astê van navan nas dikin.

Navên borî navên hejmarek ji derhênerên sînema yên Kurd in, bi dehan fîlm û berhemên sînemayî çêkirine, lê mîna ku derhênerek ji wan dibêje: “Sînema Kurdî heye, xelk wê dibînin û qedrê wê zanin, piştre hejmareke gelekî hindik ji Kurdan sînemaya Kurdî dibînin.”

Sînema xwedî roleke mezin e di avakirina mirov û nirxên wî yên civakî, rewiştî, mirovî û perwerdeyî de, bitaybet îro di serdema belavbûna amîreyên teknolojiya nû, em guhê xwe bidênê em dê bibînin ku, keç û xortên me dikarin navê hunermend, derhêner û çîrokên welatê Hindê, Tirkiyê, û welatên Erebî ji me re ji ta heta bi derziyê bêjin, lê di heman demê de ji hezaran yek, çîroka fîlmên Huner Selîm, Behmen Qubadî û navên din nizanin?

Aya çima sînemaya Kurdan ji aliyê Kurdan ve nayê dîtin, divê babetê de em dê gotin û nerîniên çend nivîskar, akter û derhênerên Kurd bo xwendevanan vebighêzin.

Drhêner Sahîm Omer Xelîfa dibêje: “Ev mijareke girîng e, Kurd êdî ne tenê li sînemaya Kurdî nanerin, lê belê ew nema li ragihandina Kurdî jî dinerin, ji ber kenalên Ragihandina Kurdî hemû mîna hev in, û tenê mijûlî pirsên siyasî û nûçeyan ne.”

Herwiha dibêje: “Rayedar û Hikûmeta Kurdî heta vê gavê, nizanin bê çawa cemawer bi xwe ve girêdin, hema bi tenê mijarên siyasî didin pêşkêş kirin, ta wê radeyê ku tu hunerê li ser telvîzyonên xwe pêşkêşî xelkê nakin, ji ber wê ku tiştekî nû li ser wan telvîzyonan nîne êdî xelik berê xwe didin hin kes û bernameyên li ser medyay civakî ku ti tiştekî bi sûde ji bo civatê pêşkêş nakin, lê ji ber valahiyê cihên hunerê û bi taybet hunera sînema ew kes binav û deng dibin û hunermend nayên naskirin.”

Sahîm dibêje jî: “Kurd sînemaya xwe nabînin, ji ber telvîzyonên Kurdî wek nimûne dixwazin fîlman Bê beramber bidest bixin, ev tişt nabe, çinku biryara dana fîlman bo aliyekî ne di destê derhêner de ye, lê belê di dest kompaniyên sponser de ye.”

Nivîskar û rexnevanê berhemên sînemayî Ibrahîm Ebdê dibêje: “Mirov dikare vê yekê vegerîne gelek hokaran, ji wan nebûna çanda sînema di nav civata Kurdî de, bi wateyeke din mirov dikare bêje, nerîtiyên sînema di nav Kurdan de nînin, ji wan nebûna holên nimayîşkirinê, karûbarên berhemanîn û belavkirina fîlmên sînema. Ji xwe divê mirov ji bîrneke ku, ew yek bi xwe girêdayî rewşa mirovê Kurd e ku bi hemû karîna xwe xistiye wê rêyê ku mafên xwe yên siyasî bidestbixe, vê yekê hişt ku huner bigiştî lipaş bimînin.”

Ji aliyekî din ve dibêje: “Ji xwe divê em ji bîr nekin ku Kurd bi piranî mislmanin, vê yekê jî bandora xwe li vê mijarê kiriye, diyare dema ku derhênerekî Kurd li lehngeke jin Kurd digere nabîne, û an jî zor zehmete ku bibîne. Çîroka derhêner Huner Selîm di fîlmê wî yê bi sernavê My Sweet Paper Land, dema keçeke Kurd nebû ku bi rola Govend rabe, çima dîmenekî evîniyê di fîlm de hebû, naskiriye. ”

Ji aliyê xwe ve nivîskarê Kurd Konê Reş derbarê vê mijarê got: “Hema wilo bi kurtî; ez nebawer im ku fîlmên bi zimanê kurdî nayêne dîtin, têne dîtin, belê di astekî herêmî de..?! Ew jî, ji ber rewşa perçebûna Kurdistanê, nearamiya kurdan û nestandkirina zimanê kurdî.. Pirbûna şêwezaran û neyekbûna alfabeya Kurdî problemeke mezin e di vî warî de.. Wek mînak; li Qamişlo cemawer bi girsbûn li fîlmên (Bavê Teyar) temaşe dikin.. Ji ber ku bi şêwezarê wa ye..”

Derhêner Keremo ku hejmareke berbiçav ji fîlmên dîkomanterî berhemanîne û berdewam e di berhemanîna fîlmên dîkomenterî dibêje: “Bi ya min hejî bazara danasîna sinemaya Kurdî nîne. Ji ber ku em nikarin di nava xwe de jî wê bazarê fireh bikin em ne sînemaya Kurdî bi Kurdan didin dîtîn ne jî bi cîhanê. Sedemên vê, pêşî astegiyên ku medyaya dewletên dagirker li dijî vê bazarê kar dikin. Sedemek, bê derfetî, sedemek jî nedayina qedir û qîmeta rêveberên Kurdan e, Yanî rêveberiya Kurdan jî mixabin qedrê ku lazime nade sînemaya Kurdî.”

Derhêner Ardin ji Bakurê Kurdistanê dibêje: “Aya ez heyran Kurd ji ber ku dil û mêjûyê wan bi salan e ji hêla mêtîngeran ve hatiye dorpêçkirin ew zêde nakevin dû lêgerîneke wisa û ev yek qet ne xema wan e jî! Xemeke temaşevanên sînemaya Kurdî ya bi vî rengî tune ye. Ew dildarê hunera dijberên xwe ne û her roj di fîlmên wan de dixeriqin. Lê ya xerabtir ewe ku kesên berhemên sînemayê jî çêdikin bi dilekî kurdewar nêzî temaşevanên xwe nabin û mixabin ew jî zêdetir ketine dû xwe şibandina desthilatdarê xwe.”

Herwiha got: “Her çiqas xwestek û armanc ne ew be jî di encamê de tiştê derdikeve holê vê xizmetê dike. Ji lewma divê temaşevan û berhemdarê sînemayê werin cem hev û rû bi rû li ser vê hişmendiyê niqaşeke kûr û dûr bikin, hevdû nas bikin û ji hev fêhm bikin. Li gor min pirsgirêka mezin ewe ku di navbera wan de têkiliyek tune divê di serî de ev têkilî çêbe. Dibe ku ev xitimandin bi vî awayî were çareserkirin.”

Ji nerîn û boçûnên sînemakarên Kurd diyar dibe ku, heta vê hinge jî wek pêwîst berhemên sînemaya Kurdî ji aliyê Kurdan va nayên dîtin, tevî ku sînemya Kurdî di van salên dawî de li cîhanê tê nasîn û xelatên bilind jî bidest dixe.

Ev jî yek mijarên girînge li berdem sînemakarên Kurd ji aliyekî ve, û ji aliyê din ve li berdem rêveberiyên Kurdî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bitaybetî, çinku Sînema xwedan roleke mezin e, di parastina ziman, çand û keltûta miltan de, herwiha bi geşepêdana sînemayê û belavbûna wê di nav xelkên Kurdistanê de, çand û zimanê Kurdî jî geş û dewlemendtir dibe.