Firat Med: Divê em li netewe û zimanê xwe xwedî derkevin

Hunermend Firat Med amadekariyên albûmek nû dike.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê kurd ê Diyarbekirî Firat Med piştî albûma xwe ya bi navê "Spî" albûmek bi navê "Xeyal" amade kir. Hunermend Firat Med di vê albûma nû de, cih dide 2 stranên Tehsîn Taha û Cindiyê Xîzan û dibêje; divê hunermend dîrok û çand û zimanê xwe baş bizanibe û ji bo yekitiya neteweyî berpirsiyariya xwe bicih bîne.

Zîzanê", "Xeyal", "Şeng û Peng" û "Ez namirim" navê hin stranên albûma "Xeyal" ya Firat Med in. Hunermend Firat Med li navçeya Farqîn a Diyarbekirê dijî. Wekî gelek zarokên kurdan zarokatiya Firat Med jî di nav aloziyan de derbas dibe. Ew dibe şahidhalê êş û azar û xemên dilê dayikan û dixwaze bi stranên xwe giriyê zarokan, hesreta dayîk û bavan û evîdarên welêt bigihîne milyonan.

Hunermend Firat Med ji K24ê re got: "Hezkirina min a ji mûzîk û stranan di zarokatiya min de cûda bû lê paşê mi go xizmetekê ji bo ziman bikim. Min jî xwest ku bi işqa Şêx Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û Elî Herîrî û kesayetên din ên hêja, bi evîna ziman û neteweya xwe xizmet bikim. Vê evînê hestên min bihêz kir."

Hunermend Firat Med piştî albûma "Spî" albûmeke bi navê "Xeyal" derxist. Di vê albûmê de 8 stran hene. Ji van stranan jî 6 yên wî bi xwe ne lê belê strana "Eman Eman" ya hunermendê navdar Tehsîn Taha û strana "Ez Namirim" ya hunermendê Rojavayî Cindiyê Xîzan in.Firat Med dibêje; çand û zimanê kurdî dewlemend e lê ji bo ku hunermend bikaribin ji vê dewlemendiyê sûdê werbigrin divê dîrok û erdnîgarî û çanda xwe baş zanibin.

Hunermend Firat Med ji zarokatiya xwe ve bi hunerê ve mijûl dibe û dibêje, ew hunermendiyê di ji bo parastina çand û zimanê kurdî dike. Firat Med zêdetir stranên ku wî bi xwe nivîsandine dixwîne û tîne zimên ku ew bi xwe awazên stranên xwe amade dike.

Hunermend Firat Med dibêje: "Ji rewşenbîr û hunermendên din cûdatir perpirsiyariyeke li ser milê hunermend û rewşenbîrên kurd heye; ev jî xwedîlêderketina ziman û erdnîgarî û dîrokê ye. Da ku ev nirx neyên windakirin û veşartin û da ku bi vê xebatê nifşên nû rabin li kurdayetî û zimanê xwe xwedî derkevin û nas bikin. Mirov bi ziman û erdnîgariya xwe heye."

Hunermendê kurd dibêje ew evîndarê ax û dîrok û çanda kurdî ye û her straneka wî di nava xwe de çîrokê li ser vê erdnîgariyê hatibe jiyîn dihewîne. Firat Med amaje dike ku divê hunermend alîgiriya tu partî an jî aliyekê siyasî nekin û tenê ji bo yekrêzî û tifaqa neteweyî kar bikin.

Herwiha hunermend Firat Med got: "An li Başûr û Bakur an jî li Rojhilat û Rojava ti ferqa me nake, em hemî zarokên vî welatî ne. Divê em li neteweya xwe, zimanê xwe xwedî derkevin. Min xwest ku ez vê peyamê bidim. Li ser partiyan re, em kurd in, beriya rêxistinan em kurd in û dayîka me Kurdistan e û zimanê me kurdî ye."

Li gorî Firat Med, bi taybetî li Bakur zimanê kurdî di bin xetereyê de ye û yek ji berpirsiyariya hunermendan parastina ziman û çanda kurdî ye.