Hesen Rûhanî gefê li Îmarat û Behreynê dixwe

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gefê li welatên Erebî dixwe û dibêje: "Welatên ku rêya herêmê ji Îsraîlê re vedikin, divê berpirsyariya encamên karesatbar jî bigrin stûyê xwe.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî gefê li welatên Erebî dixwe û dibêje: "Welatên ku rêya herêmê ji Îsraîlê re vedikin, divê berpirsyariya encamên karesatbar jî bigrin stûyê xwe.”

Hesen Rûhanî di civîna Encûmena Wezîran a welatê xwe de diyar kir: “Xelkê hinek welatên Rojhilata Navîn misilman û dîndar in, lê belê desthilatdarên wan ji olê û heta ji sozê jî fêm nekirine. Ewan sozên xwe yên ji bo xelkê Filistînê jibîr kirine, ew birayên me ne û Ereb in.”

Rûhanî diyar kir: “Her roj li Filistînê tawan dikin, we çawa destê xwe ji bo Îsraîlê dirêj kir, hûn dixwazin li herêmê pêgeh bidin Îsraîlê. Berpirsyariya hemû encamên karesatbar ên vê biryarê li ser milê we ye, çimkî we karekî neyasayî kir.”