Mistefa Kazimî spasiya Mesrûr Barzanî Barzanî dike

Derbarê kuştina 3 endamên malbateke kurd li Bexdayê û desteserkirina tawanbar li Hewlêrê ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê kuştina 3 endamên malbateke kurd li Bexdayê û desteserkirina tawanbar li Hewlêrê ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek li twittera xwe belav kir û tê de hat: “Me ligel hêzên ewlehiyê yên qehreman, serperiştiya lêkolîna tawaneke kirêt kir. Tê de tawanbarekî malbateke Iraqî li Bexdayê kuştibû. Heta gihîştin tawanbar desteser bikin.”

Di peyama Kazimî de hat: “Spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê yên Herêmê dikim, ji ber hevkariya wan ya bi berhem bi dezgehên ewlehiya federalî re, ji bo di demeke kurt de tawanbar desteser bikin.”

Ev di demekê de ye, pêştir Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, li gor yasayê, tawanbar radestî hêzên ewlehiyê Iraqê dibe.

Tawanbarekî Iraqî berî du rojan 3 endamên malbateke kurd li Bexdayê kuştibû. Tawanbar jî duhî li Hewlêrê ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve hatibû desteserkirin.