Rewangeh: Artêşa Tirkiyê binkeyên HSD û rêjîmê da ber topan

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, binkeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê li nêzîkî Girê Sipî dan ber topan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, binkeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê li nêzîkî Girê Sipî û Efrînê dan ber topan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar malên sivîlan û binkeyên rêjîma Sûriyê li gundê Saronc li derdora Girê Sipî topbaran kirin. Bêyî ku amaje bi ziyanan bike.

Rewangehê diyar kir jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar her du gundên Merenaz û Elqemiyê li nêzîkî navçeya Şera ya Efrînê û di destê YPGê de ne topbaran kirin.

Ji dema hefteyekê ye, êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar bi giranî binkeyên HSD û rêjîma Sûriyê li derdora Girê Sipî û Efrînê berdewam dikin û hejmarek kesên sivîl jî birîndar bûne.