Termên malbata kurd ên li Bexdayê hatine kuştin bi ala Kurdistanê vegerîn Silêmaniyê

Termên 3 endamên malbata kurd a li Bexdayê hatibûn kuştin, gihîştin bajarê Silêmaniyê û li wir bi xakê tên spartin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên 3 endamên malbata kurd a li Bexdayê hatibûn kuştin, gihîştin bajarê Silêmaniyê û li wir bi xakê tên spartin.

Roja 15ê vê mehê, li Bexdayê malbateke kurd ku ji 3 kesan (Dara Reûf, hevjîna wî Aliye Necmî û keça wan Şîlan) pêk hatibû hatibûn kuştin. Vê bûyerê jî gelek karvedan li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê li pişt xwe anî.

Îro termên wê malbatê gihîştin Silêmaniyê. Mihemed Tariq Xarziyê Dara Reûf di konferaseke rojnamevanî de spasiya hemû aliyên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku beşdarî desteserkirina tawanbar kirine.

Mihemed Tariq tekez kir jî, “Li medyayê gelek behsa serbirîn û destdirêjiyê hate kirin. Ev gotin ne rast in û ti bingeheke wê nîn e. Wek tawanbar li xwe mikur hatiye, ew buyer bi sedema diziyê bû, ne ku tiştekî din.”

Malbata Dara duhî gilî derbarê wê bûyerê de vekiribû. Mihemed Tariq dibêje: Hêzên ewlehiyê karîn di heyama 24 demjimêran de tawanbar desteser bikin.”

Ev di demekê de ye, duhî Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de desteserkirina kujerê wê malbatê, Mehdî Husên Nasir Meter ragihandibû û vîdyoya mikurhatina wî tawanbarî belav kiribû.