“Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salekê de çendîn projeyên rê û pireyan cibicî kirine”

– Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di yek sala temenê xwe de, çendîn projeyên girîng yên rê û pireyan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bi cih kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di yek sala temenê xwe de, çendîn projeyên girîng yên rê û pireyan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bi cih kirine.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand:

Li gor amarên Wezareta Avedankirinê, ji meha Tîrmeha sala 2019an û ta Tîrmeha 2020an, 22 projeyên rê û pireyan bi 110 milyar û 791 milyon Dînara hatine cibicîkirin.

Wezareta Avedankirinê serperiştiya 69 projeyên rê û pireyan dike, bi gujmê 2 tirilyon û 475 milyar û 68 milyon Dînar tên cibicîkirin.

2 milyon û 437 hezar Dolar ji bo 72 wîstgehan li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce û îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperîn hatine cibicîkirin.

Wezareta Avedankirinê di hilmeta bilez çakirina rê û pireyên di navbera bajaran de, di dema 7 rojan de, 79 proje bi gujmê 42 milyar Dînaran li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê cibicî kirine.

Wezareta Şarederî û Geştûguzar jî, tenê di beşa rê û pireyan de, beşê dawî ya projeya stratejî ya 120 metrî li Hewlêrê di navbera riya sereke ya Hewlêr – Mûsilê heya riya Hewlêr – Kerkûkê, bi gujmê zêdetir ji 88 milyon Dolar cibcî kirine.

Herwiha cadeya Barzan li Duhokê bi projeyên xizmetguzariyê ve, bi gujmê 69 milyar Dînar tê cibicîkirin. Her du projeyên 150 metrî li Hewlêrê û 100 metrî li Silêmaniyê di ware cibicîkirinê de ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî rewşa darayî ya dijwar û belavbûna vîrûsa Koronayê, li gor karînên xwe li ser cibicîkirina projeyên xizmetguzariyê di çêkirina rê û pireyan de berdewam e û bi ti awayekî di bername û planên Kabîneya Nehem de nîn e projeyên berfirehkirina rê û pireyan bi paş bixe.