Li Erziromê di nava 9 zimanan de zimanê Kurdî tine

Li bajarê Erziromê, Şaredariya Yakûtiye li seranserê bajêr li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da, lê belê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tine ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Erziromê, Şaredariya Yakûtiye li seranserê bajêr li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da, lê belê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tine ye.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tevî ku li navçeya navend a Yakûtiye herî zêde welatiyên Kurd dijîn, Şaredariya Yakûtiye ku ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ve tê birêvebirin, li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da.

Li ser afîşan bi zimanên Tirkî, Erebî, Azerî, Îngilîzî, Rûsî, Gurcî "Ji kerema xwe maskan bi kar bînin" hatiye nivîsandin, lê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tine, ku nîvê nişteciyên  wê navçeyê Kurd in.