Rêya Hacî Omeran û Çomanê tê nûjenkirin

Projeya nûjenkirin û qîrkirina rêya Hacî Omeran – Çomanê di warê cîbicîkirinê de ye û karên vê projeyê %30 temam bûne.

Hewlêr (K24) – Projeya nûjenkirin û qîrkirina rêya Hacî Omeran – Çomanê di warê cîbicîkirinê de ye û karên vê projeyê %30 temam bûne û biryar e heta hatina demsala baran û berfê, proje were temamkirin.

Bi dirêjahiya rêyê, çendîn tîm karên xwe bi awayekî bilez dikin û rojane 8 – 10 demjimêr dixebitin.

Rêya Hacî Omeran – Çoman yek ji rêyên herî qerebalix e. Rojane nêzîkî hezar kamyon û wesayît hatûçûn dikin. Xirabbûna rêyê, gelek zirar dida wesayîtan, şofêrên wê rêyê ji ber nûjenkirina rêyê spas dikin û li benda temamkirina rêyê ne.

Projeya nûjenkirina rêya Hacî Omeran – Çomanê heta deriyê sînorî yê navdewletî 21 kîlometre ye û ji bo çêkirina projeya rêyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi qasî milyarek dînar hatiye terxankirin