Îran daxwazekê ji hikûmeta Iraqê dike

Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku şand û nûnerên dîplomatîk ên Îranê biparêze.

Navenda Nûçeyan (K24) – Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku şand û nûnerên dîplomatîk ên Îranê biparêze.

Berdevkê Wezareya Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand: “Em her cûre êrîşan şermezar dikin, ku bi ser şand û nûnerên dîplomatîk de têne kirin û em ji Iraqê daxwaz dikin ku ji bo parastina silametî û asayîşa cihên dîplomatîk, rêkarên pêwîst pêk bîne.”

Ajansa nûçeyan a Faris eşkere kiriye ku Seîd Xetîbzade amaje bi êrîşên li dijî dîplomatkarên Îranê yên li Iraqê kiriye û berê jî daxwaz kiriye ku hikûmeta Iraqê ji bo parastina silametî û asayîşa deverên ku şanderên dîplomasiyê tê de ne, rêkarên pêwîst pêk bîne.

Roja sêşema derbasbûyî, Balyozxaneya Brîtanyayê ragihandibû ku bombeyeke çêkirî ya navxwe ya Iraqê bi wesayîteke dîplomasî ya balyozxaneya wan de teqiyaye, lê ziyaneke giyanî lê neketiye.