Iraq: Ji ber destwerdanan kêşeya me bi Enqere û Tehranê heye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku ji ber destwerdanên wan di karûbarên navxwe yên Iraqê de kêşeya Bexdayê bi Enqere û Tehranê heye.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand; peywendiyên Iraqê ligel Amerîkayê li dijî ti kes û aliyekî nîne. Herwiha eşkere kir ku ji ber destwerdanên wan di karûbarên navxwe yên Iraqê de kêşeya Bexdayê bi Enqere û Tehranê heye.

Fuad Husên li paytexta Belçîkayê bajarê Brukselê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku peywendiyên baş ên Iraqê ligel welatên Kendavê heye û peywendî û serdanên dualî di navbera wan de hene.

Husên eşkere kir; Bexda hewl dide ku peywendiyên wê ligel Îran û welatên din ên cîran baş bin.

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir ku welatê wî dixwaze peywendiyeke wê ya hevsengî ligel hemû aliyan hebe û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtin li serweriya Iraqê û destwernedana di karûbarên navxwe yên welatê wî de kir.