Euro dibe 9 TL

Daxûyaniyên Hûkûmeta Tirkiyeyê û rewşa bazarê berevajî hev in.

Hewlêr (K24) - Nirxê pareyê Yekitiya Ewropa Euro, li hember pareyê Tirkiyeyê TL bilind bûye. Îro jî bûye 8,9723 û gihiştiye sînorê 9 TL'yan.

Roja çarçemê 1 Euro dibe; 8.85 TL, pênşemê 8.95 TL û îro jî bûye 8,97 TL.

Her wiha îro 1 Dolara Emrîkî bûye 7,56 TL.

Daxûyaniyên Hûkûmeta Tirkiyeyê û rewşa bazarê berevajî hev in. Hûkûmet dibêje aborî her baştir dibe. Lê Ajansa Nirxandina Krediyê ya Navneteweyî Moody’s Investors Service dereceya aboriya Tirkiyeyê anî xwarê. Ev biryar gifaşê li ser bazara aboriya Tirkiyeyê dike.

Moody's dawiya hefteya borî salnameya nû diweşîne. Nirxê krediyê yê Tirkiyeyê ji dereceya "B1" anî xwarê û kir "B2." Û nota Tirkiyeyê wekî negatîv da zanîn.

Bi vî rengî Tirkiye di dîrokê de, pileya aboriyê ya herî xirab werdgire.

Lêbelê Hûkûmeta Tirkiyeyê daxûyaniyên berovajî dide.

Stratejîstê pêşketina pareyên bazarê yê Robobankê Piotr Matys, roja dûşemê dibêje, "Rêveberiya Tirkiye dixwaze kêmbûna nirxê TL'yê hêdîtir bike. Lewma zêdetir destwerdanê di Bankeya Navendî dike. Dibe ku berî ev biryar bigihin armancê, rezervên dovîzan nehêle."