NY: Çekdarên Sûriyê tawanên şer li dijî Kurdan encam dane

Komîsyona Lêkolînê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Sûriyê de raporteke nû belav kir û dibêje belge hene ku "milîsên ser bi Tirkiyê tawanên şer li dijî nişteciyên Kurd ên bakurê Sûriyê encam didin."

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Lêkolînê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Sûriyê de raporteke nû belav kir û dibêje belge hene ku "milîsên ser bi Tirkiyê tawanên şer li dijî nişteciyên Kurd ên bakurê Sûriyê encam didin, weke revandin, îşkencekirin, destdirêjiya cinsî û talankirina mal û milkan".

Serokê Komîsyonê Paulo Pinheiro hefteya borî li ser raporta xwe ragihand: “Li Efrîn, Serê Kaniyê û deverên derdora wan, Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, tawanên şer encam dane, xelkê herêmê rehîn girtine û îşkence û destdirêjiya cinsî kirine ser hinek kesan.”

Paulo Pinheiro daxwaz kir ku "divê Tirkiye piştras be ku li wan deran kesên sivîl di bin kontrolê de ne, hatine parastin û wan rawestîne".

Ev 21emîn raport e ku ji aliyê komîsyonê ve tê amadekirin. Tê de bi 538 hevdîtin, dokument, wêneyên satalite û belgeyên din, rastiya reftarên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê li dijî Kurdên rojavayê Kurdistanê li deverên di bin desthilata Tirkiyê de di nîvê yekem ê îsal de hatiye tomarkirin.

Komên çekdar di raportê de weke Artêşa Niştimanî ya Sûriyê hatine binavkirin û nêzîkî 90 hezar çekdar in û di destpêkê de ev kom ji bo rûxandina hikûmeta Sûriyê hatine damezrandin.

Di beşeke din a raportê de hatiye ku "ji sala 2019an ve jinên Kurd ên Efrîn û Serê Kaniyê ji aliyê endamên komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê têne tirsandin û ji ber vê yekê nawêrin ji mala xwe derkevin derve".

Herwiha di raportê de behsa wê yekê hatiye kirin ku "jin û keçên ku ji aliyê çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve hatine desteserkirin, rûbirûyî destdirêjiya cinsî û tundiya cinsî bûne, bi awayekî ku êşeke laşî û derûnî li cem wan peyda bûye, him di asta takekes û hin jî di asta civakê de".

Komîsyonê eşkere kiriye ku "ji sala borî ve herî kêm 49 jinên Kurd û Êzidî li Serê Kaniyê hatine desteserkirin, ku di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de ye, herwiha tenê di meha Sibata îsal de herî kêm 30 jin rastî destdirêjiya cinsî hatine".

Di raportê de behsa "hinek bûyerên diltezîn" jî dike ku "li gor çend raportan, ji bo sivikatîkirin û ji bo ku tirs di dilê zilamên desteserkirî de çêbikin û wan neçar bikin ku îtiraf bikin, efserên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê zilamên desteserkirî neçar kirine ku destdirêjîkirina li xortekî temaşe bikin".

Ji bilî vê, raporta komîsyonê behsa wê yekê dike ku piştî çend hefteyan keseke din a desteserkirî, bi heman şêwe destdirêjiya cinsî ya bikomî lê hatiye kiriye.

Komîsyona Lêkolînê di dawiyê de dibêje: “Em nikarin bibêjin Tirkiye ji wan berpirs e, yan ferman dide wan û wan kontrol dike, lê em di wê baweriyê de ne ku dikare desthilata xwe bi ser wan de bisepîne, bêguman Tirkiye dikare zextê li wan bike da ku dest ji destdirêjiyên xwe berdin û derbarê wan de lêkolînê bike.”

Komîsyona Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe derbarê Sûriyê de ji aliyê Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2011an de hatiye damezrandin, da ku li ser binpêkirinên mafên mirovan di şerê navxwe yê Sûriyê de lêkolînan bike.