Li Qamişlo qehremaniya şetrencê li dar ket

Li gorî ciwanên beşdar, gera îsal ji salên bûrî baştir e, lê hîn jî kar ji bo qehremaniyê divê.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo qehremaniya şetrencê bi beşdariya 14 lîstikvanan birêve çû. Li gorî ciwanên beşdar, gera îsal ji salên bûrî baştir e, lê hîn jî kar ji bo qehremaniyê divê.

Bi beşdariya 14 lîstikvanan ji herêma Cezîrê, qehremaniya şetrencê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Qehremanî ji hêla Desteya Ciwanan û Werzîşê ve hate lidarxistin û di bin çavderiya komîteya şetrencê ya herêma Cizîrê bi rê ve çû.

Komîteya amadekar dide zanîn ku armanca wan ji lidarxistina vê gerê ku lîstikvan çalak bibin, ji ber bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, bi mehan ew dûr ji şetrencê ketine.

Lîstikvanên beşdar ku temenê wan di navbera 16 û 36 salan de ne, amaje bi asta gera şetrencê ya îsal dikin û dibêjin ku gelek pêşketin di lîska ciwanên beşdar de çêbûye. Herwiha didin zanîn ku divê guhdaneke zêdetir bi şetrencî bibe.

Qehremaniya şetrencê ji heyama 6 salan ve li Herêma Cizîrê dest pê kiriye û salê carekê qehremanî tê lidarxistin. Li gorî komîta amadekar, asta qehremaniyê îsal bas e û her sal pêşketin di asta lîstikvanan de çêdibe. Herwiha hevî dikin ku bi awayekî berfirehtir werzişên bi vî rengî li deverê werin lidarxistin.