Mela Bextiyar: Referandum mafekî xwezayî yê her kurdekî li hemû perçeyên Kurdistanê ye

Endamê Encûmena Bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar tekeziyê li ser baştirkirina pêwendiyên di navbera PDK û YNKê û Gorranê dike û dibêje: “Heger referendum dubare bibe, careke din dengê xwe didimê”

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Encûmena Bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar tekeziyê li ser baştirkirina pêwendiyên di navbera PDK û YNKê û Gorranê dike û dibêje: “Heger referendum dubare bibe, careke din dengê xwe didimê”

Endamê Encûmena Bilind a YNKê Mela Bextiyar di konferanseke rojnamevanî de ragihand, girîng e pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK û Tevgera Gorranê ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê bêne baştirkirin.

Tekez kir jî, her çend e li Herêma Kurdistanê opozîsyon heye, lê ew ne di wê astê de ne, ta ku bibin alternativa PDK û YNKê ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê.

Derbarê salvegera encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê de, Mela Bextiyar ragihand: “Heger niha jî referendum bê kirin, diçim dengê xwe didimê. Referandum mafekî xwezayî yê her kurdekî li hemû perçeyên Kurdistanê ye.”