Emrîka cizayên Îranê disepîne û welatan hişyar dike!

Pompeo dibêje, "Me firsend dan Îranê lê ew li ser soza xwe nesekinîn."

Hewlêr (K24) - Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê (DYA) Mike Pompeo dibêje, "Em cizrayên Îranê dîsa disepînin" û welatan hişyar dike.

Sala 2015'ê, Îranê li gel welatên Rojavayî peymana nûkleerê (JCPOA) îmze kiribû. Pompeo dibêje, "Me firsend dan Îranê lê ew li ser soza xwe nesekinî." Lewma biryar hatiye dayîn ku cizayan bidin Îranê.

Pompeo îro danê sibê, ev biryar ragihand û got, "Biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) tên bi cih anîn."

Her wiha Pompeo hişyariyê dide welatan ku heger van biryaran nêînin cî, dê ew jî bên ciza kirin.

Her wiha Pompeo got ku eger welatên ser bi NY'yê ve van biryaran piştguh bikin û neînin cî; Ew jî dê cezayan li ser wan welatan ferz bikin.

Pompeo dibêje, "Îranê peymana 2015'an neaniye cî. Li şûna wê, Mollayan bi serweta xwe li Yemen, Iraq, Lûbnan û Sûriye mirin û wêrankarî zêdekirin. Ev jî nayê qebûlkirin."