Tenduristiya Cîhanî li ser dermanekî giyayî dixebite!

Ev derman ji hinek giyayên Efrîqî tê çêkirin.

K24 (Hewlêr) - Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO), ji bo koronayê dermanekî giyayî diceribîne. Ev derman (vaksîn) ji hinek giyayên Efrîqî tê çêkirin.

Dibe ku ev derman ji bo hemû nexweşiyên vegir (baêş) re baş be.

Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî, protokolek bi du şirketên Afrîkî re îmze kiriye. Li gor peymanê dê asta sêyemîn ya testan pêk bînin. Test dê li ser 3 hezar kesan werin pêkanîn.

Her wiha heyetek jî dê dûvçûnê bike û agahiyan kom bike.

Dewletên wekî Emrîka, Rûsya û Çîn li ser çêkirina vaksînan dixebitin.

Serokê Emrîka Donald Turmp jî dibêje, "Heta meha li pêş me dê vaksînek were dîtin. Heta dawiya salê jî dê 100 milyon vaksîn li seranserê Emrîka (DYE) werin belavkirin."