Serok Barzanî û James Jeffrey rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên siyasî yên navçeyê hatin guftûgokirin û Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kurteyek derbarê stratejî û nerîna welatê wî derbarê diyaloga stratejî ya navbera Amerîka û Hewlêr û Bexdayê û herwiha pirsên niha û hevkêşeyên navçeyê bo Serok Barzanî pêşkêş kir.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de, ronahî xiste ser pêşeroja gelê kurd li Sûriyê û behsa hewlên ji bo diyalog û nêzîkbûna aliyên kurdî yên Sûriyê hatine dan kir.

Her di wê civînê de, ji bilî balkişandina li ser mana gefên DAIŞê, tekezî li ser hevpeymanî û hevahengiya her du aliyan di şerê li dijî teroristên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hat kirin.

Pirsa koçberan û vegera wan bo nevçeyên xwe, tewereke din a wê hevdîtinê bû.