Mesrûr Barzanî: Em siyaseta erebkirinê qebûl nakin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de nîgeraniya xwe ji ber rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê nîşan da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de nîgeraniya xwe ji ber rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê nîşan da, bi taybetî ku di van demên dawî de helmeta pêvajoya erebkirinê li wan deveran hatiye siftkirin, herî zêde jî li sînorê parêzgeha Kerkûkê. Mesrûr Barzanî vê siyaseta li dijî gelê Kurd şermezar dike û tekez dike ku bi ti awayî ev siyaset nayê qebûlkirin.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Em bi nîgeranî ve çavdêriya rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin, bi taybetî li sînorê parêzgeha Kerkûkê, ku mixabin siyaseta erebkirin û guhertina demografiyê bi awayekî ku jê re bername hatiye dariştin, li wan deveran berdewam e.

Ev dubarekirina heman siyaseta erebkirinê ya rejîmên berê yên Iraqê ye li dijî xelkê wan deveran e. Tiştê ku bêtir cihê nîgeraniyê ye û me ecêbmayî dihêle ew e ku ev kiryar li Iraqeke demokrat tê encamdan, ku li gor destûrê nexşerê û çawaniya asayîkirina rewşa deverên cihê nakokiyê û asayîkirina çarenûsa wan hatiye diyarkirin.

Em tevî ku bi tundî siyaseta erebkirina deverên kêşe li ser û bi taybetî li Kerkûkê, şermezar dikin, em car din eşkere dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti car siyasetên bi vî rengî qebûl nake, bi taybetî vegerandin û bicîkirina kesên ku ne ji nişteciyên resen ên wan deveran in.

Ev ji bilî dagirkirina gund û deverên Kurdistanî û derxistina welatiyên Kurd û Tirkmen ên li ser axa xwe û dagirkirina zeviyên çandiniyê û dîsa bexşîna li wan kesên ku 35 sal bi saya rejîma berê, ew zevî dagir kiribûn.

Ji bo çareserkirina van mijaran, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat peywirdarkirin ku serdana Bexdayê bike.

Em ji hikûmeta federalî daxwaz dikin ku rêkarên pêwîst pêk bîne li gor desthilatên destûrî yên ku jê re hatine dayîn, da ku rêgirî li hinek îdareyên xwecihî bike ku siyasetên xwe yên bi vê cûreyê rawestînin. Herwiha divê biryara dûrxistina hêzên serbazî bide ji ber encamên vê siyasetê û bikaranîna wan di vê pêvajoyê de.

Em daxwazên xwe car din tînin ziman ji bo asayîkirina rewşa wan deveran û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê. Herwiha em ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê daxwaz dikin ku bilez hewl bide ku van binpêkirinên tirsnak ku derheqê xelkê resen ê wan deveran de ji aliyê îdareyên xwecihî ve têne kirin, rêgirî bike.

Sepandina siyaset û reftarên bi vê cûreyê, gefê li aştiya civakî ya wan deveran dixwe ku berevajî daxwaza me ye, ji bo pêkvejiyana aştiyane û birayane ya di navbera hemû pêkhateyan de.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

22/9/2020