Serokê Çînê: Em naxwazin şer bikin

Serokê Komara Çînê ya Gel Şî Cînpîng ragihand ku welatê wî naxwaze bi ti awayî şer bike û ji bo çareseriya kêşan tenê rêya aştiyê hildibijêre.

Hewlêr (K24) – Serokê Komara Çînê ya Gel Şî Cînpîng ragihand ku welatê wî naxwaze bi ti awayî şer bike û ji bo çareseriya kêşan tenê rêya aştiyê hildibijêre.

Îro Serokê Çînê bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî civîna 75emîn Salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û ragihand: “Pekîn naxwaze li dijî ti welatekî têkeve nav şerê sar û germ.”

Şî Cînpîng diyar kir: “Em dixwazin kêşeyên xwe ligel welatên din bi danûstandin û gotûbêjan çareser bikin û em naxwazin têkevin lîstikekê ku encama wê tenê sifir e.”

Derbarê koronayê de Serokê Çînê daxwaz kir ku piştevaniya hewldanên rêxistinên tendirustiyê yên cîhanî were kirin.