Herêma Kurdistanê li ser cîbicîkirina madeya 140 pêdagir e

Erebên hawirde bi piştevaniya polîsên federal ên Iraq û Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, li deverên Kurdistanî hewla dagirkirina zevî û gundên Kurdistanî didin.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Erebên hawirde bi piştevaniya polîsên federal ên Iraq û Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, li deverên Kurdistanî hewla dagirkirina zevî û gundên Kurdistanî didin. Welatiyên Kurd jî bi dar û keviran rê li dagirkirina zeviyên xwe digrin.

Tevî ku parlemento û hikûmeta Iraqê biryara betalkirina hemû biryarên Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî daye, lê erebkirin û dagirkirin berdewam e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dixebite, çareseriya herî baş ji bo asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî, cîbicîkirina qonaxa yekem a madeya 140 a destûra Iraqê ye, bi taybetî li ser rewşa parêzgeha Kerkûkê û derdora wê, herwiha dûrxistina parêzgarê sepandî û jiholêrakirina rewşa sepandî ya ewlehî, serbazî û demografiyê ya piştî 16ê Cotmehê.

Ciwan Yûnis, Serokê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê yê li Parlementoya Kurdistanê diyar kir: “Eger rewşa Kerkûk û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê bi vî awayî bimîne, dê bûyerên nexwestî derkevin holê. Em cîbicîkirina madeya 140 weke rêya herî baş dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê sedema sereke ye ji bo Erebên hawirde hewl bidin zevî û malên welatiyên Kurd dagir bikin.”

Rêbaz Bêrkotî, kadroyê payebilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir: “Niha metirsiya erebkirinê ji berê zêdetir li ser Kerkûkê diyar e, çimkî Parêzgarî sepandî yê Kerkûkê hemû deriyên xwe ji bo Erebên hawirde vekirine, ji bo rûbirûbûna vê rewşê, yekrêziya navbera aliyên Kurdistanî, bijardeya herî baş e.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cidî ji bo asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî dixebite. Niha gavên pratîk li Serokatiya Encûmena Wezîran dest pê kirine. Ev pirs, mijareke gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike ku berdewambûna vê rewşa nexwestî ya li wan deveran, nayê qebûlkirin.