“Jeffrey dûr dibîne, Tirkiye operasyonekê li rojhilatê Firatê bike”

Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji HSDê re tekez kir, Tirkiye dest bi ti operasyonên leşkerî yên nû li rojhilatê Firatê nake.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji HSDê re ragihand, egereke dûr e Tirkiye dest bi ti operasyonên leşkerî yên nû li rojhilatê Firatê nake.

Rojnameya “Şerq El Ewset” çapa Londonî li ser zarê Berdevka PYDê Sema Begdaş ragihand, James Jeffrey di civîna bi HSDê re dûr dît ku Tirkiye ti operasyonên din li rojhilatê Firatê bike.

Diyar kir jî, piştî operasyona li ser Serê kaniyê û Girê Sipî, Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkefin ku nabe Tirkiye destêwerdanên din di Sûriyê de bike.

Begdaş aşkere kir jî, her dema Tirkiye wê rêkeftinê binpê bike, Amerîka dê sizayên aboriyê li ser Tirkiyê bisepîne.

Ev daxuyaniya Berdevka PYDê di demekê ye, pêr Nûnerê Amerîka yê bo Karûbarên Sûriyê û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffrey sardana rojavayê Kurdistanê kiribû û bi berpirsên HSD, PYNK û ENKSê re civiyabû.