Piştî peyama Mesrûr Barzanî, Bexdayê girêbestên serdema Sedam betal kirin

Wezareta Dadê ya Iraqê biryar da; karkirina bi peymanên çandiniyê yên serdema rejîma Sedam rawestîne.

Hewlêr (K24) – Wezareta Dadê ya Iraqê biryar da; karkirina bi peymanên çandiniyê yên serdema rejîma Sedam rawestîne. Ev biryar rê li ber wê yekê digre ku Erebên hawirde li gor yasa û peymanên serdema Sedam, nikaribin dest deynin ser zeviyên çotkarên Kurd.

Nivîsa Wezareta Dadê ya Iraqê îro çarşemê 23ê Îlona 2020an derçû û tê de amaje bi birgeyeke madeya 140 a destûra Iraqê hatiye kirin ku dibêje: “Hemû peymanên çandiniyê têne betalkirin ku di çarçoveya siyaseta guhertina demografiya deverên cihê nakokiyê, bi taybetî jî li Kerkûkê hatine encamdan û di madeya 140 a destûra Komara Iraqê de hatiye amajekirin, rewşa wan deveran dê vegere rewşa berî encamdana wan peymanan.”

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, hatina Erebên hawirde bi piştevaniya polîsên federal ên Iraqê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dest pê kiriye, bi taybetî jî li sînorê nahiya Sergeran a navçeya Dubiz a li parêzgeha Kerkûkê.

Ev biryara Wezareta Dadê ya Iraqê di demekê de ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de nîgeraniya xwe ji rewşa cotkarên deverên Kurdistanî yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê nîşan da û ragihand ku ew ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin.

Di beşeke peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Em bi tundî siyaseta erebkirina deverên kêşe li ser û bi taybetî li Kerkûkê, şermezar dikin, em car din eşkere dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti car siyasetên bi vî rengî qebûl nake, bi taybetî vegerandin û bicîkirina kesên ku ne ji nişteciyên resen ên wan deveran in. Ev ji bilî dagirkirina gund û deverên Kurdistanî û derxistina welatiyên Kurd û Tirkmen ên li ser axa xwe û dagirkirina zeviyên çandiniyê û dîsa bexşîna li wan kesên ku 35 sal bi saya rejîma berê, ew zevî dagir kiribûn. Ji bo çareserkirina van mijaran, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat peywirdarkirin ku serdana Bexdayê bike.”