Balyozê Amerîkayê: Dibe ku firotina dermanan bo Tirkiyê were rawestandin

Ji ber ku Tirkiyê deynên xwe nedane kompaniyên dermanan ên Amerîka û welatên din, niha rawestandina firotina dermanan bo Tirkiyê difikirin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber ku Tirkiyê deynên xwe nedane kompaniyên dermanan ên Amerîka û welatên din, niha rawestandina firotina dermanan bo Tirkiyê difikirin.

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê David M. Satterfield diyar kir: “Ji aliyê Tirkiyê ve nedana deynên kompaniyên derman û tendirustiyê yên Amerîkayê û kompaniyên din ên cîhanî, bûye pirsgirêkeke mezin di peywendiyên bazirganî yên navbera Amerîka û Tirkiyê de.”

Par Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak peymana wê yekê dan Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross ku deynên xwe bidin, lê li gor gotina David M. Satterfield "ew deynên ku niha gihiştine 2.3 milyar dolar, nehatine dayîn".

David M. Satterfield diyar dike: “Eger Tirkiye deynên xwe nede û daxwaza kêmkirinê bike, encama wê dê wisa bibe ku kompaniyên dermanan êdî derketina ji bazara Tirkiyê bifikirin, ev jî bi ti awayî xizmeta berjewendiyên Tirkiyê nake.”

Gotinên David M. Satterfield dê bandorê li ser veberhênana derve bike, Tirkiye niha rûbirûyî kêmbûna veberhênanên derve bûye, ku beşek ji kompaniyan, siyasetên hikûmeta Tirkiyê û rewşa aboriya wê, weke sedema dûrketina kompaniyan nîşan didin.