Tirkiye şeş welatiyên Iraqê radestî Bexdayê dike

Serdozgerê parêzgeha Samsun a Tirkiyê biryar da ku şeş welatiyên Iraqê vegerîne welatê wan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgerê parêzgeha Samsun a Tirkiyê biryar da ku şeş welatiyên Iraqê vegerîne welatê wan.

Şeş welatiyên Iraqî di operasyoneke ewlehiyê de hatibûn desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve bi wê yekê hatin tohmetbarkirin ku peywendiya wan bi rêxistina DAIŞê ve heye.

Hêzên Dije-Terorê yên li Rêveberiya Ewlehiya Samsunê roja duşemê 14 kes bi gumana hebûna peywendiyên wan bi DAIŞê ve, desteser kiribûn.

Piştî lêpirsînê, 6 kesên Iraqî ji aliyê serdozgeriya Tirkiyê ve hatin derxistin û biryara vegerandina wan bo Iraqê hat dayîn.