Partiya Pêşerojê: Em ê xwedî li zimanê Kurdî derkevin

Serokê Şaxa Şirnexê yê Partiya Pêşerojê Şahîn Solhan ragihand: “Ewil em ê xwe li zimanê Kurdî bikin xwedî, çimkî nasnameya miletekî zimanê wî ye."
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Serokê Şaxa Şirnexê yê Partiya Pêşerojê Şahîn Solhan ragihand: “Ewil em ê xwe li zimanê Kurdî bikin xwedî, çimkî nasnameya miletekî zimanê wî ye, miletek zimanê xwe ji bîr bike, nasnameya xwe jî ji bîr dike. Dema em makezagoneke sivîl bînin Tirkiyê, jixwe mesela Kurdî dê çareser bibe.”

Li Tirkiyê yek ji mijarên sereke ku bi salan e nehatiye çareserkirin, pirsa Kurd e. Her partiyeke siyasî li Tirkiyê beriya ku bibe desthilat soza çareserkirina pirsa Kurd dide û heta niha bi dehan desthilat guherîne jî, ev pirsa Kurd nehatiye çareserkirin.

Partiya Pêşerojê ku nû hatiye avakirin û serokatiya wê jî Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dike, bi îdia ye ku dê pirsa Kurd çareser bike.

Serokê Şaxa Şirnexê yê Partiya Pêşerojê Şahîn Solhan dibêje ku di serî de partiyên Kurd, her partiyeke siyasî, pirsa Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne, lê ew dibêje ku Partiya Pêşerojê pirsa Kurd dê li ser du xalan çareser bike.

Şahîn Solhan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Mesela Kurdî, rast e meseleke gelek girîng e, gelek mezin e, lê ne meseleyeke ewqas mezin e ku neyê çareserkirin. Yanî partiyên ku siyaset kirine, semîmî nebûn, her kes ji bo berjewendiya partiya xwe, ji bo berjewendiya siyaseta xwe mesela Kurdî bi kar anî. Ewil em ê xwe li zimanê Kurdî bikin xwedî, çimkî nasnameya miletekî zimanê wî ye, miletek zimanê xwe ji bîr bike, nasnameya xwe jî jibîr dike. Dema em makezagoneke sivîl bînin Tirkiyê, jixwe mesela Kurdî çareser bibe.”

Derbarê peywendiyên partiyên siyasî ligel Kurdan de jî, Şahîn Solhan radigihîne ku heta bi Kurdên başûr, rojava û rojhilat peywendiyeke baş û qaîm neyê avakirin, li bakur jî ti aliyek nikare bi Kurdan re têkiliyeke saxlem ava bike.

Şahîn Solhan dibêje: “Bi taybetî ligel Kurdên başûr, ligel Kurdên rojhilat, ligel Kurdên rojava, divê têkiliyên me yên sipehî çêbin, min di gelek bernameyan de gotiye û ez ê dîsan bibêjim, çimkî ev gelek gelek girîng e, yê ku Kurdê rojava nas neke, ew mafê Kurdê bakur jî nas nake, yê ku Kurdên başûr û rojhilat jî nas neke, ez bawer im ew mafê Kurdê bakur jî nas nake. Ji ber vê, em mesela Kurdî yekparçe dibînin. Li Tirkiyê weke demokratîk mafê wî em bidinê, piştî wê em ê xwe li Kurdên din jî, li wan her sê parçeyên din jî xwedî derkevin.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî di 23ê Tebaxa 2020an de di Yekemîn Kongreya Asayî ya Bajarê Wanê ya Partiya Pêşerojê de ragihandibû ku welatê Tirkiyê li Wan, Diyarbekir, Stenbol, Sûriye û Iraqê xwedî li Kurdan derneveke, serfiraz nabe. Eger Kurd azad, wekhev û di aramiyê de nejîn, li Tirkiyê ti kes di nav aramiyê de nabin.